KNK encamê civîna xwe ya gîştî ya 21’emîn eşkere kir

Konseya Rêveber a KNK’ê encamnameya civîna xwe ya 21’emîn eşkere kir û got:
Kurd pêvajoyeke gelek xeternak re debas dibe, ji bo parstina destkeftiyên herî divê zûtirîn dem de hêzên kurdî yekîtiya xwe ava bikin.
KNK’ê ban hemû kurdan kir ku bi rihê seferberiyê di 6 mehê pêşiya me de karbikin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK’ê encamên civîna xwe ya 14-15’ê Çileya 2023’an bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Konseyê derbarê naveroka civîna xwe de ev agahî da:

“Cîvîna me bi beşdariya piraniya endaman piştî civata giştî ya 21’emîn hate lidarxistin.

Di civînê de nirxandin li ser rewşa siyasî ya li cîhanê, Rojhilata Navîn, Kurdistanê hatin kirin.

Taybet di van nirxandinan serhildanan Rojhilatê kurdistan ku bi durişma jin jiyan azadî ve berdewam dike rojeveke civînê bû.

Li gel vêya jî êrîşen dewleta Tirk ên li ser başûr û Rojavayê Kurdistanê, Şengal û wargeha Mexmûrê

KNK: Divê Kurd di vê pêvajoya hesas de yekîtiya xwe avabikin

Peymana 9 Cotmeha 2020 ku ji aliyê desthilatdariya PDK’ê, hikumeta navendî ya Iraqê û bi tevlêbûna dewleta Tirk pêk hat

Tecrîda li ser Rêberê Ocalan rojevevên sereke ê civînê bû”

Konsey ji raya giştî ya çar beşên Kurdistanê re da xuyakirin ku gelê kurd di qonaxeke gelek metîrsîdar re derbas dibe û ev bang kir:

“Dagirkerên Kuristanê taybet jî Tirkiye dixwaze aloziya şerê cîhanê sêyemîn karbîne destkeftiyên kurdan ê heyî ji holê rabike.

Divê herkes di vê qonaxê de bi mesûliyetke cidî li erkên xwe xwedî derkeve.

Ji bo vala derxistina van planan jî di serî de divê em yekrêziya xwe pêk bînin.”

KNK: Divê Konseya Ewropa û CPT dawî li tecrîdê bînin

Konsey bi taybetî li ser rewş û tecrîda li dijî rêberê Abdullah Ocalan jî rawestiya û got:

Divê CPT û Konseya Ewropayê bi erka xwe rabin, dawî li tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bînin û derfetên ji bo hevdîtinê biafirînin.

Her wiha KNK’ê dazanîn ku ew weke KNK di pêvajoyeke xwe nûkirineke dene, ji bo hemû beşên civaka kurdistanê di sîwana xwe de bihewîne ew guhertinên stratejîk peymana KNK’ê de çêdikin.

“Divê ev 6 mehê dawî hemû Kurd bi rihê seferberî kar bike”

KNK’ê di dawî de li hemû kurdan xwest ku ji bo serkeftinê bi şêwazê seferberiyê li ser plansaziya kar û xebatên KNK’ê yên şeş heyvên pêş me û li ser xebatên sedsaliya peymana Lozanê karbikin.

Back to top button