Kanada- Dadgehê xwest 4 welatiyên xwe yên DAIŞ’î bînin welat

Li Kanadayê, Dadgeha Federalî biryar da ku 4 welatiyên Kanadayî yên DAIŞ’î ji Bakur û Rojhilatê Sûrî werbigre.

Dadgerê federal Henry Brown di rûniştina roja Înê de, biryar da ku hikûmeta wan 4 welatiyên xwe yên DAIŞ’î ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne, vegerîne.

Brown daxwaz ji hikûmetê kir ku di demek kurt de nûnerekî xwe bişîne herêmê û bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî re hevdîtin bike û 4 welatiyên Kanadayî vegerîne welêt.

Li Kanadayê, hikûmetê roja Pêncşemê li hev kiribû ku 19 jin û zarokên li kampa Holê bîne welêt.

Hikûmetê ji bo 4 çeteyên DAÎŞ’ê ku bi awayekî aktîf li Sûrî û Iraqê şer kiribûn û sûc pêk anîne, hêjî biryara vegerandina wan nedaye.

Back to top button