Rêveberiya Xweser di salvegera komkujiya Şiêtat de banga hevgirtinê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 7’emîn a komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî eşîra Şiêtat pêk anîbû û di encamê de zêdetirî 700 kes ji eşîra Şiêtat bûbûn qurbanî, daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser bi riya daxwiyaniyekê şehîdên komkujiya eşîra Şiêtat bi bîr anîn û da diyar kirin ku Serkeftina mezin a li dijî DAIŞ’ê û alîgirên wê hevgirtin û bilindkirina asta têkoşînê ye û wiha got :

“Rêxistina DAIŞ a terorîst û hemû komên terorîst ên mîna Cebhet El-Nusra komkujî li dijî tevahî pêkateyên Sûriyê pêk anîn.

Ev komkujî li dijî zêdetirî 700 kesî hate kirin ku piraniya wan zarok bûn, hîna şopên wê xuya ne û malbatên qurbaniyan heta niha êşa wê dikişînin.

Ragihandina bidawîkirina DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de di 23’yê Adara 2019’an de serkeftina hemû pêkhateyan û tolhildana mezin a wan kesan e ku DAIŞ’ê azar pê dane kişandin.

Îro pêwîstiya me pê heye ku ev hevgirtin li hemberî hemû planên ku dixwazin qirkirin û komkujiyan li dijî me dubare bikin, xurttir bibe.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxwiyaniyê de bang li saziyên hiqûqî, qanûnî, navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku erka xwe li hemberî şêniyên me yên ji eşîra Şiêtat pêk bînin.

Back to top button