Înîsiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Apo’ bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê pêngava ji bo azadiya Rêber Apo ya navnetewî mezin bikin.
Înîsiyatîfê balkişand ser polîtîkaya tecrîdê û dewamkirina cezayên dîsîplînê yên li ser Rêber Apo û diyar kir bi rêya van kiryarên neqanûnî di şexsê Rêber Apo de hewl didin gelê Kurd tune bikin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî de êrişî herêmê dike, sivîlan dikuje û binesaziyê wêran dike li aliyê din jî tecrîdar li ser Rêber Apo giran dike û wiha hate dewam kirin,
“Divê raya giştî ya cîhanê û gelên azadîxwaz vê siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan fêhm bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin wê pêngava ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo mezin bikin û hate gotin,
“Têkoşîna me, heta bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya Rêber Apo wê dewam bike.”