Qamişlo-Cegerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn di salvegera koça wî ya 39′an de li ser gora xwe ya li Qamişloyê hate bi bîr anîn.

Yekitî, tevger û desteyên çandê li herêma Cizîrê û bi dehan endamên saziyan li ser gora helbestvan a li mala wî ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de kesên ku axivîn helbestvan Cigerxwîn bi bîr anîn û wiha gotin :

“Cigerxwîn stêrka me tevan ronî dike.

Cigerxwîn jiyana xwe tevahî xiste xixmeta gelê Kurd.”

Piştire peyama malbata helbestvan Cigerxwîn hate xwendin

Di peyamê de hate destnîşankirin ku yekitiya Kurdan armanca Cigerxwîn a sereke bû.

Back to top button