HRE: Em hevrêyê xwe Egîd Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Egîd Efrîn ku di 20’ê mehê li Efrînê şehîd bû, eşkere kir.
Koçberên Efrîn û Şêniyên Şehbayê jî bi merasîmekê cenazeyê şehîd li goristana şehîdan oxirkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û nasnameya şervanê xwe yê şehîd bûye eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Şehîd Egîd Efrîn di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de beşdar bû û 20’ê Cotmehê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Hate diyar kirin şehîd Egîd heta kêliya dawî bi awayekî çalak têkoşîya.

HRE’ê ji gel û malbata şehîd re sersaxî xwet û soza rizgarkirina Efîrnê da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Egîd Efrîn
Nav û Paşnav: Saleh Reşîd
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Wehîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 20’ê Cotmeha 2023

Şehba-Cenazeyê şehîd Egîd Efrîn hate oxirkirin

Li aliyê din cenazeyê şehîd Egîd Efrîn li Şehbayê bi merasiemeke girseyî hate oxirkirin.

Bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.

Girseya gel Cenazeyê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn wergirtin û heta goristana Berxwedana Serdemê meşiyan.

Li goristanê, kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û saza şopandina riya şehîdan dan.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button