Li Pakistanê jimara miriyên ji ber teqînê derket 100’î

Di êrîşa xwekujiyê ya li mizgefta li Peşaverê de hejmara miriyan derket 100’î.
Piraniya kesên mirin polîs bûn û bêtirî 225 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa xwekujiyê ya li mizgefta li bajarê Peşaver ê bakurê-rojhilatê Pakistanê de jimara miriyan derket 100’î.

Di teqîna ku roja Duşemê pêk hat de piraniya kesên mirin polîs in.

Midûrê polîsên li Peşawerê Kashîf Atfab Abbasî got ku di teqîne El Cezîreyê de bêtirî 225 kes birîndar bûne.

Mizgeft di nava kompleksek a ewlehiya hikûmetê de cih digre.

Di encama teqînê de, banê mizgeftê hilweşiya û tîmên rizgarker ji bo derxistina cenazeyan, neçar man ku bermayên xerebeyan rabikin.

Raya giştî pirs dikin ku êrîşkarê yelekê xwekujiyê li xwe kir, çawa ketiye herêmek a di bin ewlehiya polîsan de.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf roja Duşemê serdana nexweşxaneyek a li Peşaverê kir û soz da ku wê “pêngavên tund” li dijî kesên li pişt vê êrîşê bê avêtin.

2022’an li Pakistanê 601 welatî di êrişên terorî de mirin

Li gorî daneyên Navenda Lêkolîn û Ewlekariyê ya Îslamabadê (CRSS) daneyên êrişên terorî ya 2022’an parve kir.

Li gorî vê;

2022’an li Pakîstanê 506 êrîşên terorîstî pêk hatin.

Di encamê de, 290 jê endamên hêzên ewlekariyê û 311 jê sivîl bi giştî 601 kes hatin kuştin.

741 kes jî birîndar bûn.

Piraniya êrîşan li herêmên sînorê Efxanistan û Pakîstanê pêk hatin.

Rêxistinên wekî Tevgera Talîban a Pakistanê (TTP), Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) û DAIŞ-Xoresan berpirsiyariya piraniya van êrîşan girt ser xwe.

2022’an êrîşên terorîstî yên li Pakistanê li gorî sala berê ji jî sedî 15 zêde bûne.

Back to top button