Li Pakistanê teqîn: 32 kes mirin 147 jî birîndar bûn-HAT NÛKIRIN

Li Pakistanê di dema nimêja nîvro de li dijî mizgeftekê êrîşeke xwekujî pêk hat.
Herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û 147 jî birîndar bûne.

Di dema nimêja nîvro de, li mizgefta li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê êrîşeke xwekujî pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û 147 kes jî birîndar bûne.

Di dema nimêja nîvro de li herêma Xetên Polîsan a bajêr li dijî mizgeftê êrîşeke xwekujî hat kirin.

Di êrîşa bombeyî de mizgeft jî zirareke mezin dît û bi dehan kes birîndar bûn.

Heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Back to top button