Li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di salvegera şehadeta wan a yekemîn de hatin bibîranîn.
Doh salvegera yekemîn a şehadeta fermandarên YPJ′ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bû .
Bi vê boneyê malbat, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şervanên YPJ′ê, li Goristana Şehîdên Berxweana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê mûm hatin pêxistin.
Di bîranînê de dayika şehîd Jiyan Tolhildan, Asya Hemo axivî û silavên xwe ji Rêber APO re şandin û şehadeta Fermandar Jiyan û hevalên wê lê pîroz kir
Asya di dawiyê de destnîşan kir ku wê hevrêyên şehîd Jiyan Tolhildan tola wê hilînin.