Jinên Heleb û Kobanê: Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome

Jinên Heleb û Kobanê bertek nîşanî tecrîd û gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan dan û dan zanîn ku ew ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tu alternatîfên din qebûl nakin.

Welatiya bi navê Neîme Xelîl tecrîda girankirî, cezayê li dijî Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku ewê li hemberî binpêkirinên li dijî Rêber Apo bê deng nemînin .

Leyla Ehmed jî bertekên tund nîşanî “cezayê dîsîplînê”, qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo re û şandinda û got: “Em li ser soza xwe ne, Em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin.”

Welatiya bi navê Mewlîda Ehmed bal kişand ser belavbûna fikrên Rêber Apo û got :” Fikrê Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûne û dewleta Tirk a dagirker çi bike jî dê nekare vê fikrê tune bike.”

Rohilat Ebdî jî sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê wek karekî derexalqî bi nav kir û wiha domand: ” Divê rêber apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike”.

Welatiya bi navê Hesna Bozê jî bang li şêniyan kir ku li hemberî tecrîdê dakevin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.

Qamişlo-Jinan bi çalakiyek tecrîd şermezar kirin

Back to top button