Li Helebê ji bo Lozanê civînek hat li dar xistin

PYD’ê bi boneya sedsala Peymana Lozanê li Helebê civînek li dar xist, tê de Peymana Lozanê, sedem û armancên wê hatin şîrovekirin.

Endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Emîne Beyrem civîn bi rê ve bir, dûre endamê Malbenda Çandê ya Helebê Cemîl Reşîd axivî, Peymana Lozanê û naveroka wê şîrove kir.

Reşîd wiha got: “Peymana Lozanê li ser dîroka Rojhilata Navîn girêkeke mezin çêkir, ji aliyê dewletên beşdar û îmze kirine ve.

Ew mîna hemû peymanên din ku dewletên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser keftine û îmze kirine.”

Li ser çarenûsa Peymana Lozanê Reşîd wiha anî ziman:

“Bi sedsala Peymana Lozanê re nîqaş li ser çarenûsa wê bi rêya pêşkêşkirina gelek pirsan li derfeta nûkirin an jî têkbirina wê tên kirin.”

Cemîl Reşîd di dawiyê de bang kir ku li dijî vê peymanê pêwêste ti kes bêdeng nemîne û çalakiyan bikin.

Back to top button