Şehîd Zîlan di salvegera şehadeta xwe de li herêmê hate bibîranîn

Bi boneya salvegera 27’an a şehadeta Zîlan li Dêrik, Çil Axa û Girkê Legê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Di merasîman de soza şopandina rêka şehîdan hate nûkirin.

Di her sê merasîmên bîranînê de gelek şênî beşdar bûn.

Di merasîma li Dêrikê de rêvebera Kongra Star a Dêrikê Fatme Silêman axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîd Zîlan û got:

“Şehîd Zîlan temsîla ruhê berxwedan û vîna azad a jinan dike”

Pişt re di merasîmê de sivziyonek ser têkoşîna şehîd Zîlan hate pêşandan.

Li Çil Axa jî endama Kongra STAR Jiyan Yûnis axivî û diyar kir ku şehîd Zîlan wêrekî û vîna xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan girt û wiha pê de çû:

“Şehîd Zîlan ji dijmin re îsbat kir ku tu kes nikare vê felsefeyê têk bibe.

Fedakariyên şehîdan ji tevahî jinên azadxwaz re bûye mîrasek.”

Her wiha nameya şehîd Zîlan hate xwendin û sivizyonek li ser jiyana wê hate pêşandan.

Back to top button