Şêniyên Qamişlo dijî êrişên dagirkeriya Tirk daketin qadan

Helwesta gel ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê roj bi roj zêdetir dibe.
Li Qamişlo, Til Koçer û Hesekê bi çalakiyên cuda êrişên dagirkeriyê hatin şermezar kirin.
Şêniyan diyar kirin ku ew ê li dijî êrişan li gorî pîvanên şer gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin.

Şêniyên Qamişlo li dijî êrişên li ser herêmê daketin qadan.

Piştî ku meş li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî mêtingê, Li wir Endama Rêveberiya Kongra Star Şaha Xelîl axivî.

Şaha diyar kir ku divê gelê herêmê li hember êrişan rêxistinbûna xwe xurttir bike, li gorî pêdiviyên pêvajoyê û pîvanên şerê gel ê şoreşgerî tevbigere.

Şêniyên Til Koçer: Em ê bi têkoşînê dawî li dagirkeriyê bînin

Li navçeya Til Koçer ya kantona Qamişlo jî kongra Star bi çalakiyekê bertek nîşanî êrişan dan.

Şêniyên navçeyê, endamên sazî û meclisan, beşdarî meşê bûn.

Meş li sûka navçeyê veguherî mîtîngê û li wir endama Kongra Star a Til Koçerê Emel Icêl axivî.

Emel Icêl destnîşan kir hêzên dagirker armanc dikin ku di şexsê wan jinan de îradeya tevahî jinan bişikînin.

Emel di dawiyê de banga hevgirtin û yekitiyê li hember êrişan kir.

Pêkhateyên Hesekê êrişên dagirkeriyê û tecrîd şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê jî bi çalakiyekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Di mîtîngê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Elî axivî.

Jînda anî ziman ku Rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand navenda çandê û ji wir bi dehan pirtûkên dîrokî, çandî û zanistî derketin û li cîhanê belav bûn.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo jî anî ziman ku sûc û binpêkirinan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi heman zihniyetê tên kirin û heman alî pêk tîne.

Back to top button