Çîn..Barana zêde ya li eyaleta Şanşî bandor li nêzî 2 milyon welatiyan kir

Barana zêde ya li Çînê careke din rê li ber ziyanên madî vekir.
Li eyaleta Şanşî ya dikeve bakurê welat ji ber lehiyê 2 milyon kes bandor bûn.
Her wiha zeviyên çandiniyê jî di bin avê de man.

Doh li eyaleta Şanşî baranek dijwar bariya.

Bi zêdebûna baranê de, li paytexta eyaletê Dalî nêzî 2 milyon welatî bandor bûn.

Li gorî daneyên çapemeniya herêmî, li eyaletê 17 hezar xanî hilweşiyane û 120 hezar welatî jî ji bo cihên ewle hatine veguhestin.

Her wiha baranê bandoreke zêde li ser zeviyên çandiniyê kirin.

Cotkarên li paytext Dalî jî rewşa xwe ya kembax tînin ziman.

Back to top button