Li Sexneyê 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî baregehên leşkerî yên li nêzî bajarê Sexne yê li rojhilatê Humsê kir.
Di encamê de 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Sexnê êrişî nuqteyeke kontrolê ya komên Îranê kir.

Di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li aliyekî din Çeteyekî Hêzên Parastina Nîştimanî ji bajarê Sexnê bi sûcê ku bi şaneyên çeteyên DAIŞ’ê re danûstandinê dike, hate girtin.

Piştî çend rojan saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê 3 endamên din ên Hêzên Parastina Nîştimanî ji ber heman sedemê girtin.

Duh jî Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran bakur û başûrê Idlibê topbaran kir.

Back to top button