Rêveberiya Xweser Cenazeyên 11 penaberan radestî malbatên wan hatin kirin

Rêveberiya Xweser cenazeyên 11 penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 5`ê Hezîranê de li beravên Cezaîrê noqî avê bûbûn, wergirtin û radestî malbatên wan kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd cenazeyên 11 kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li beravên Cezaîrê noqî ava bûbûn û xeniqîbûn, wergirtin.

Darîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd ji bo cenazeyan bigihînin malbatên wan, bi hikumetên Cezaîr, Lubnan û hikumeta Şamê re peywendî danîn.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji kesên cezayên wan hatine wergirtin 8 ji Kobanê ne, 3 kesên din ji Qamişlo ne.

Vê sibehê şandeyeke rêveberiyên xweser ên herêmên Firat û Cizîrê û Heyva Sor a Kurd tevî malbatên qurbaniyan ji bo wergirtina cenazeyan çûn dergehê li Tebqayê.

Piştî wergirtina cenazeyan jî ber bi Qamişlo û Kobanê ve bi rê ketin ku dê cenazeyan li wir veşêrin.

Back to top button