Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Tekoşer Efrîn eşkere kir.
HER di daxuyaniyê de sersaxî xwest û soza domandina rêya hemû lehengên di oxira vê dozê de dûbare kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê HRE têkildarî şehadeta hevrêyê xwe Tekoşer Efrîn daxuyaniyek nivîskî da û nasnameya şehîd eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, di çeperên şer de ewladên gelê me li hemberî dijminên hov û xwînxar parastina ax û rûmeta gelê xwe hilgirtin li ser xwe.
Sala 2018’an dema êrîşên qirkirin û tunekirinê li ser gelê Efrînê hat kirin, rêhevalê me Tekoşer ev hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wî li ser bajarê xwe ji nêz ve dît û hîs kir.
Bi coş û kelecanekî herî mezin xwe bi rêxistin kir, di rastiya êş û azara gelê xwe de kûr bû, bû sedem ku tevlî nava refên hêzên me bibe.
Ji roja ku tevlî nava hêzên me bû û heta kêliya ku şehîd bikeve rêheval Tekoşer ji bo rizgariya bajarê xwe ked û hewldanekî bê hempa raberkir.
HRE soza domandina riyta şehîd Tekoşer û hemû şehîdên azadiyê da
Hevriyê me Tekoşer Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedanî dimeşand, 5’ê Tîrmehê dema li ser wezîfeya xwe bû, şehîd bû.
Dawiya daxuyaniyê HRE sersaxî ji malbata hêja ya hevrê Tekoşer re û gelê welatparêz re xwest û soza domandina rêya hemû lehengên di oxira vê dozê de dûbare kir.
Li gor daxuyaniya HRE nasnameya şehîd weha ye.
Nasnav: Tekoşer Efrîn
Nav û Paşnav: Gîvara Nesen
Navê Dayik: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 5’ê Tîrmeha 2023