Pentegon: Tirkiyê zêdetirî 5000 çete derbasî Lîbyayê kiriye

Pentegonê, veuguhestina çeteyan ji bo Lîbyayê bi raporekê belge kir.

Pentegonê jî veuguhestina çeteyan ji bo Lîbyayê bi raporekê belge kir.

Ev rapor li ser agahiyên Fermandariya Giştî ya Amerîkayê li Afrîkayê derbarê rewşa Lîbayê de hatiye amadekirin.

Pentegonê diyar kir ku Tirkiyê zêdetirî 5 hezar çete bi balafirên xwe yên leşkerî şand Lîbyayê.

Li gorî raporê, çeteyên hatine şandin berê gelek sûc pêk anîne û li dijî sivîlên Lîbyayê binpêkirin û destdirêjî kirine.

Di raporê de hate piştrastkirin ku piraniya wan ne xwedî tecrubeyên leşkerî ne û tenê ji bo pereyan berê xwe dane Lîbyayê.

Her wiha Tirkiyê bi sedan endamên yekîneyên xwe yên fermî derbasî erdên Lîbyayê kiriye.

Back to top button