16 Salin di çêkirina xefika masiyan de pispor e

Mûna El Hamid..Jineke ji Dêrazorê ye ..
Ev 16 salin xefikên masiyan çêdike..Tê de pispor e.
Mûna got: Dê bi pîşeya xwe, li hember hemû şert û mercan bisekine.

Pîşeya çêkirina xafika masiyan, li beravên çem û deryayan, pîşeyeke kevnar e.

Mûna El Hemid..

Jineke bi temenê xwe 27 saliye ..

Bi eslê xwe ji Dêrazorê ye û li wir dimîn e jî ..

Mûna ev nêzî 16 salan di vê pîşeyê de dixebite.

Mûna ji bo pîşeyê dibêje :

Ev 16 salin ez vî karî dikin ,dema 11 salî bûm, ez ji bavê xwe fêrî vê pîşeyê bûm.

Ez rastî gelek rexneyên civakê hatim ..

Ji ber ji min re dibêjin ev kar şerm e..

Nab e jin tê de kar bike ..

Hevalên min û malabta min piştgiriyên didin min ..

Dema ez dibînin malabta min û hevjînê min ji karê min kêfxweşin ez dewam dikim ..

Li gorî Mûna, ev pîşe baldarî û demê dixwaze, çêkirina her xafikekê hefteyekê dem dixwaze..

Mûna da zanîn ku kirîna xafikên bi destan tên çêkirin, zêde ye..

Li herêma me, ên di vê pîşeyê de kar dikin kêm in.

Piraniya wan jî xafikan bi makîneyan çêdikin. Lê ew cure, zû diqete û dirize.

Lê xafika bi destna hatiye çêkirin saxlim e.

Mûna dayika 6 zarokan e û pêdiviyên malê ji vê pîşeyê peyda dike.

Li hember zehmtiyan û rexneyên civakê ku ev pîşe ne li gorî jinan e, Mûne hîna dixebite ..

Bi israr e ku vî karê dewam bike , karê ku ji destê bavê xwe girtiye .

Back to top button