Rûsya, Îran, Suriye û Tirkiye sibê dicivin

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ragihand ku di civînê de wê wezîrên parastinê û serokên îstixbaratê yên çar welatan amade bin.

Şefê rejîma faşîst ê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ê ku textê wî yê deshilatê li ber hilweşînê ye, pilanên qirêj digerîne.

Bi qasî li nava Tirkiyê, ewqas ji bo welatên cîran jî di nava tevgerê de ye.

Ji bo serketinê bidest bixe, careke din dixwaze li ser xwîna Sûriyan, pilanên xwe bide gerandin.

Lê ya diyar ji bo pêkanîna vê yekêو razîkirina Moskow û Tehranê pêwist e.

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ragihand ku wê sibe civîna wezîrên parastinê yên Sûriye, Rûsya, Tirkiye û Îranê li Moskovê bê lidarxistin.

Di civînê de wê wezîrên parastinê û serokên îstixbaratê yên her çar welatan beşdar bibin.

Civînên Tirkiye, Rûsya û Suriyê yên berê encam negirtin

Di 28ê Kanûnê de jî li Moskovayê bi beşdariya Wezîrên Parastin û Îstixbaratê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyeyê civîneke sê alî hat lidarxistin.

Di civîna yekem de rêveberiya Şamê ji dewleta Tirk xwestibû ku ji axa Suriyê vekişe û Artêşa Azad a Sûriyeyê weke “terorîst” bide naskirin.

Lê ev daxwaza Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû redkirin.

Piştî wê jî dewleta Tirk dixwest di 15-16’ê Adarê de civîn bê lidarxistin.

Lê hat ragihandin ku ji ber sedemne teknîkî civîn hatiye taloqkirin.

Bedran Çiya Kurd: Ev civîn tenê xerckirina demê ye

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd destnîşan kiribû ku pêkanîna lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de, wê li ser hesabê gelê Sûriyê be.

Çiya Kurd ji rojnameya Şerq El Ewsat re wiha axivîbû: “Ev civîn, tenê ji bo xerckirina demê ye. Xwespartina faktora demê, şertekî binkeftî ye.”

Back to top button