Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehba êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker gelê herêmê di nava çalakiyan de ne.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kir ku erkên xwe bi cih bînin û rê li van êrişan bigrin.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û hevakarên xayin ên pê re li ber çavên tevahî Cîhanê sûcên hovane pêk tînin.

Meclisê armancgirtina baregeha KNK’ê ya li Hewlêrê bi bîrxist ku di encama wê de endamekî KNK’ê şehîd bû û got:

“Dagirkeriya Tirk bi hemû rê û rêbazan dixwaze nasnameya Kurdan tune bike, ji lewra hemû kesên netewî ku ji bo misogerkirina mafên xwe yên rewa dixebitin, dike armanc.”

Meclisa Malbatên Şehîdan di dawiyê de bang li tevahî rêxistin û saziyên navnetewî kir ku bi erkên xwe rabin û rê li van êrişên qirkirinê bigrin.

Cenazeyê Hîwa Qadir li Kerekûkê hate oxirkirin

Back to top button