Xelkê Siwêdayê serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir

Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin.
Xwepêşandêrên li Siwêdayê salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kirin.

Îro jî weke her roj xelkê Siwêdayê li qada El-Kerama kom bûn û mêtingek li dar xistin.

Jinên Siwêdayê jina Kurd Jîna Emînî di salvegera şehadeta wê de bi bîr anîn.

Jinan di xwepêşandanên xwe de wêneyê jîna Emînî û pankertên “Ji bo azadîxwazên Îranê silav” hildan.

Xelkê Siwêdayê ev zêdetirî mehekê ye ku li qada El-Kerama banga guhertinên siyasî, hilweşîna rêjîma Esed, pêkanîna biryara 2254 û berdana girtiyan dike.

Back to top button