PDK’ê wesayîtên zirxî şand herema Bradost û Sîdekanê

PDK’ê hêzekî mezin û tevî wesayîtên zirxî û çekên giran ber bi herema Bradost û Sîdekanê ve şand.
Rojnews’ê jî dîmenê sewqiyata leşkerî ya PDK’ê weşand.

Li gorî agahî û dîmenên nû ketine ajansa Rojnews’ê PDK hêzek mezin tevî wesayîtên zirxî û konvoyên leşkerî şandiye Sîdekan û Herêma Biradostê.

Tê diyar kirin ku di vî karwanê leşkerî de 400 çekdar cih digirin.

PDK 13’yê Îlonê jî nêzî 200 wesayîtên zirxî ku têde gelek cûreyên çekên giran weke doçka, tank û panzer ji du cihan ber bi navçeya Sîdekan ya herêma Biradostê veguhestibû.

Du roj berê jî rayedarên PDK’ê ji xelkên heremê yên li Bradost û Sîdekan re gotibû ku heremê di 24 saetan de vala bikin.

PDK û artêşa Tirk li Biradostê li pey lîstikên nû ne

Back to top button