Nijadperestiyê maseya tifaqa milet a Tirkiyê hilweşand

Li Tirkiyê ji hilbijartinê re wextekî kêm maye û alî wê bi rengê tifaqan namzetê xwe derxînin. Tifaqa Milet ku ji 6 partiyan pêk tê doh ji bo diyarkirina namzetê xwe civiyan. Lê Seroka partiya Îyî Akşener li ser heman pêşniyara 5 partiyan ranewestiya û maseya tifaqê hilweşand

Li Tirkiyê hilbijartina giştî wê di 18’ê Hezîranê de pêk were.

Lê şefê rejîma faşîst a tirkiyê Erdogan dixwaze hilbijartin di 14’ê Gulanê de pêk were.

Di vê hilbijartinê de wê partî bi tifaqan bikevin hilbijartinan

Aliyek Tiafaqa Komarî ango tifaqa faşîst a AKP-MHP, Tifaqa 2. Tifaqa Ked û Azadî ku HDP pêşengtiya wê dike, Tifaqa 3. jî ku ji 6 partiyan pêk dihat wek tifaqa Milet penase kiribûn.

Serokên 6 partiyan yê Tifaqa Milet, ji bo diyarkirina namzetê xwe doh hatin gel hev.

Di encamên niqaşên wan de derket holê ku li ser namzetekî hevpar li hev nekirine.

bi taybetî di vê li hevkirinê de partiya nîjadperest a Îyî li gor 5 partiyên din ên tifaqê tevnegeriya.

Îyî partî Îro bi daxuyaniyekê qutbûna xwe ji tifaqê ragihand.

Seroka Îyî partî Meral akşener, derbarê mijarê de daxuyanî da û got: “5 partiyan tenê li navê Kemal Kiliçdaroglu, nêrînên xwe diyar kirin

Em jî wek partiya Îyî ku ev sê sal in li her derê navê ku tê pêşniyarkirin û hezkirin, her wiha li gorî lêkolîn û anketan li ser 2 navên ku wê li pêşberî Erdogan bi ser bikeve, me peşniyara xwe kir.

Navên ku me peşniyar kirin, Serokê Şaredariya bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Serokê Şaredariya bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bû.”

Akşener dixwaze serokên şaredariya Enqere û Stenbolê bikşîne aliyê xwe

Meral Akşener di daxuyaniyê de bang li her du navên navborî kir ku beşdarî wan bibin.

Bi derketina Meral Akşener ji tifaqê, pirsgirêkên siyasî ên li Tirkiyê kurtir dibin.

Tê gotin, ev gava Akşener a nîjadperest, wê kêrî tifaqa Erdogan were.

Back to top button