Guterres: Welatiyên xwe li kampa Holê werbigrin

Sekreterê Giştî yê NY Guterres ku li Iraqê ye serdana kampên koçberan kir. Guterres bang li welatên cîhanê kir ku koçberên xwe yên li kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî werbigrin.

Piştî 6 salan Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres serdanên xwe yên li Iraqê didomîne.

Antonio Guterres li gel Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayîq re, serdana wargeha koçberan
ya li Musilê kir.

Di rêze hevdîtînên xwe yên Iraqê de destnişan dike ku ew piştgiriyê didin hewldanên hikumeta Iraq yên ji bo vegera Iraqiyên koçber bûne.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê jî daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku ji bo aramiyê, vegerandina koçberan bibin alîkar.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di serdana xwe ya wargeha koçberan a li Mûsilê de bang li welatiyan kir ku welatiyên xwe ji wargeha Holê werbigirin.

Hikumeta Iraq tevî hemû pirsgirêkan jî welatiyên xwe tîne.

Divê welatên din hemû Iraq mînak bigrin û welatiyên xwe yên li Kampa Holê wergirin.

Guterres eşkere kir ku Kampa Holê li Bakur û Rojhilat Sûrî yek ji kampên herî xirabe û nîvê kesên lê dimînin temenê wan kêmî 12 salî ye.

Li kampa Holê 50 hezar koçber hene

Hêjayê bibîrxistinê ye ku li Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêtirî 50 hezar kesên ji 60 welatên cuda tê de dimînin.

Lê piraniya wan xelkê Sûriyeyê û Iraqê ne.

Tenê yên ji Iraqê 60 hezar kes in.

Guterres ku piştî 6 salan di 1’ê Adarê de gihişt Bexdayê kêfxweşîya xwe anîbû zîman.

Back to top button