SOHR: Di meha Sibatê de li herêma bêçek 49 kes hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî SOHR bîlançoya sûcên şer li herêma ‘Bêçek’ di meha Sibatê eşkere kir û diyar kir ku di mehekê de nêzîka 50 kes hatin kuştin. Wekî din jî, çavdêriyê diyar kir ku di meha sibatê ji ber teqemeniyan 21 kes jiyana xwe ji dest dan.

5’ê Adara 2020’an Serokê Rusyayê Viladîmêr Bûtîn bi Serokê Tirkiyê Recb Teyib Erdogan ji bo bidawîkirina şer li herêma bi navê ‘Bêçek’ peyamek imzekirin.

Herêma Bêçek ji çiyayên rojhilatê bakurê Laziqiyê heta gundewarê rojavayê bakurê Helebê di nav de gundewarê Idlib û Hemyayê, digire nav xwe.

Lê ev peyam tenê di warê ragihadinê ma.

Rastiya heyî ji roja imzekirina peymanê û heta niha di navbera hêzên hikûmtê û komên alîgirên wê ji aliyekî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji aliyê din, şer ranewestiya ye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR bîlançoya sûcên şer yên li herêma ‘Bêçek’ di meha sibata 2023’an eşkere kir.

Çavdêriyê ev dane dan.

  • 8 sivîl di nav de jinek û 2 kesên ne ji nasnameya Sûrî ne, ji ber tavilheviya li herêmê hatin kuştin.
  • 37 leşker û çete di şer de hatin kuştin.
  • 2 çeteyên DAIŞ’ê di êrişek ji balafirên bêmirov yên Koalisyona Navneteweyî hatin kuştin.

Çavdêriyê da zanîn ku bi giştî di meha Sibatê de 49 kes ji sivîl, leşker û çete bi rê û rêbazên cuda hatin kuştin.

SOHR: Di meha Sibat de ji ber teqemeniyên şer 21 kes jiyana xwe ji dest dan

Hîn jî mayîn, teqemenî û madeyên din ku ji bermahiyên şer li hemû herêmên Sûriyê mane, bi şêniyan diteqin.

Çavdêriya Sûrî SOHR’ê bîlançoya meha sibatê ji ber teqemeniyên bermahiyên şer eşkere kir.

Çavdêriya diyar kir ku ji ber teqemeniyan 21 sivîl di nav de jinek û 3 zarok jiyana xwe ji dest dan û 55 kes birîndar bûn.

SOHR: Hêzên hikûmetê û çeteyan li herêma bêçek navendên hev topbaran kirin

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku çeteyên Fetih El-Mûbîn bi topban êrişî nuqteyên hêzên hikûmetê yên li gundewarê başûrê Idlibê kir.

Şevê din jî di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û hêzên hikûmetê li derdora bajarokê Tadif ya li gundewarê rojhilatê heleb şer û topbaran hebû.

Vê sibê jî hêzên hikûmetê bi top û mûşekan gundewarên Heleb, Laziqiyê, Idlib û Hemya topbaran kir.

Heta niha encamên van êrişan nehatiye zelalkirin.

Li Dêrazorê mayînek teqiya, 3 zarok birîndar bûn

Dîsa Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku li taxa Resafa ya li Dêrazorê mayînek ji bermahiyên şer teqiya.

Di encamê de, 3 zarok birîndar bûn.

Back to top button