KPC-D ji mamosteyên dibistanên Seretayî, Navîn û Amadehî re perwerdeya havînê vekir

Li herêma Cizîrê amadekariyên vekirina dibistanan dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk- KPC-D ji bo mamosteyên dibistanên ‘Seretayî, Navîn û Amadehî’ dewreke perwerdê ya Havînê dest pê kiriye.

Perwerdeya îsal derbarê ‘Sîstema Nirxandina şagirt û çawaniya amadekirina lênûska dersdanê’ de ye.

Ev bû heftiyek perwerde ji bi mamosteyên dibistanên seretayî û du roj in jî ji bo yên navîn û amadehî hatiye vekirin.

Li bajarê Qamişlo 5 navend ji bo vê dewreya Perwerdê hatin vekirin.

Hezar û 195 mamosteyên seretayî beşdarî vê perwerdê bûn..

Ji wan 805 mamosteyên kurd û 390 jî yên ereb in.

Her wiha hezar jî mamosteyên dibistanên navîn û amadehî ne.

Di pergala Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk-KPC-D de şagirt ne li ser ezmûna nivîskî pileyan digire..

Lê tevlîbûna wî di waneyan de, danûstana bi heval û mamoste, amadebûn û sekna wî têye bingeh girtin.

Îsal dê 843 Hezar û 752 xwendekar derbasî dibistanan bibin.

Li seranserî herêmên bakur û rojhilalatê Sûrî jî 42 hezar mamoste amadekariya sala nû ya xwendinê dikin.

Back to top button