Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeya Kurdî, pêșbirka zarokan a 3. a nivîskarên pașerojê lidarxistin.
200 zarok ku temenê wan di navbera 10 û 18 yên kurd û ereb li ser asta herêma Cizîrê beşdarî pêşbirkê bûne.
Ev pêșbirk li ser 3 qonaxan pêk hat.
Desteya Çandê bi vê pêşbirkê, hewl dide çanda xwendin û nivîsandinê di nava zarokan de pêş bixe.
Piştî nirxandina çîrokên zarokan, dê ked û berhema wan bibe pirtûk û were çapkirin.
Her wiha zarokên serketî dê werin xelatkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku berhemên 16 nivîskarên paşerojê ya pêşbirka zarokan a 2. jî bû pirtûka ‘Stêrkên Geşbîn’ û hate weşandin.