Rûsya: Agribest 19 caran hatiye binpêkirin

Rejîma Sûrî eşkere kir ku, komên çete yên Dewleta Tirk 19 caran agirbesta li Idlibê bin pê kiriye û gundên Hezarîn û el-Dar el-Kebîr ên bejahiya başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Di heman wextê de, Navenda Lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê haman agahiya ajansa SANA’yê teqez kir..

Erdogan gefên xwe nû kirin û li kuştina 59 leşkerên xwe mikur hat

Li aliyekî din serokkomarê Tirkiyê Erdogan li kuştina 59 leşkerên xwe mikur hat û gefên xwe yên li dijî rejîma Sûrî nû kir û got:

“Eger rejîma Sûrî agirbestê binpê bike em ê êrîşa leşkerî li Idlibê dîsa dewam bikin.”

Çavdêriya Sûrî jî diyar kir ku di nava saetekê de 250 maşîneyên leşkerî yên Tirkî derbasî herêma Idlibê bûne..

Erdogan bang li Yûnanistanê kir: Deriyên xwe li ber penaberan veke

Her wiha Erdogan careke din bang li Yûnanistanê kir ku “Deriyê xwe li pêşberî penaberan veke”..

Li gorî agahiyên Erdogan wê îro derbarê penaberan bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re bicive.

Back to top button