“Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin”

Ji bo mexdûrên erdhejê gel û rêxistinên HDP’ê bê navber di nava seferberiyê dene. Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê banga xwedî derketinê kir û got: “Werin em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin.”

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’a Amedê têkildarî erdhejê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê civîna çapemeniyê li dar xist.

Rêveberên HDP’ê di daxuyaniyê de bertek nîşanî astengkirina gihandina alîkariyan da û gotin: “Di qonaxa niha de, li aliyekê em hewl didin birînên xwe bipêçin, li aliyê din jî em li dijî pergala yekperest û rantê têkoşînê mezin dikin.

Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî aliyên ku hewl didin ji felaket û mexdûriyetê sûd werbigirin derkevin.

‘Mala min mala te ye’ bang li xwediyên xaniyan dikin ku ji bo heqê kiriya alîkariyê bikin û bi dilxwazî bi gelê me re hevkariyê bikin.”

Zeyyat Ceylan: “Mala min mala te ye” em vê kampanyayê mezin bikin

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî derbarê seferberiya ji bo mexduran hatibû ragihandin got: “Em di zivistanê de ne, ne pêkan e ku mirov bê betanî û kon îdare bike.

Diviyabû demildest pêwendî bi wan mirovan re bihata danîn.”

Zeyat di dawiyê de ev yek anî ziman: “Mala min mala te ye’ em vê kampanyayê mezin bikin û bikin mala civakê ku her kes deriyên xwe ji mexdûran re veke.”

‘Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’

Siyasetmedarên li Îzmîrê jî bal kişandin ser herêmên erdhejê û diyar kirin ku desthilatê bi xemsariya rewabûn wenda kir .

Mexdûrên Erdhejê: Pêwîstiya me bi konan heya

Li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê jî li gundan gelek avahî bûne kavil û hewcehiyeke zêde bi konan heye.

Welatî ji ber nebûna konan bi gazinc in û dibêjin ku di konên ji bo 4 kesan de herî kêm 8 kes dimînin.

Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn

Platforma Jinan a Êlihê jî bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bênavber alîkariyan kom dike.

Platformê, alîkariyên ku komkirin ber bi Semsûrê ve şandin.

Her wiha endamên platformê banga alîkariyê kirin.

Back to top button