Bi sedan şêniyên herêma Firatê sersaxî ji malbata yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê Mihemed Hisên re xwestin.
Bi sedan şêniyên herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî û endamên PYD`ê tev li merasîma sersaxiyê bûn.
Merasîma sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li navenda bajarê Kobanê hate lidarxistin.
Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê a Herêma Firatê Ehmed Şêxo di merasîmê de axivî û got,
“Mihemed Hisên Ebû Feqîr yek ji welatparêzên ku dev ji mal û malbata xwe berdabû ji bo xizmeta gelê xwe dixebitî.”
Ehmed Şêxo destnîşan kir ku Ebû Feqîr şehîdê tevahî gel e û divê rêya wî were şopandin.
Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Îto axivî û diyar kir ku Ebû Feqîr hemû jiyana xwe dabû xebat û xizmeta gel.
Mihemed Hisên di 10’ê Tîrmehê de di nexweşxaneyeke bajarê Minbicê de şehîd bû.
Duh Mihemed Hisên li goristana şehîd Dîcle a li bajarê Kobanê hat oxirkirin.