Komîteyên paqijiyê ku hatin avakirin dest bi xebatên xwe kirin

Şaredariyên gel ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyên paqijiyê ava kirin, ev komîte karê xwe dimeşînin,
Welatiyan jî xwestin ku herkes bi van komîteyên paqijiyê re alîkariyê bike.

Şaredariyên gel ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyên paqijiyê ava kirin, ev komîte karê xwe bi rengekî asayî dimeşînin.

Ji bo afirandina hawîrdorek paqij û bê nexweşî şaredarî, gel û komîteyên tenduristiyê bi hevre alîkariyê dikin.

Welatiyê bi navê Mehmûd Yasîn, diyar kir ku şaredarî tenê nikarê nexweşiyan bi sînor bike û bang li gel kir ku bi komîteyên şaredariyê re ji bo pagijiyê alîkarbin.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Hisên jî destnîşankir ku paqijî karê her kesî ye û divê mirov ji mal dest pê bike heya navendên giştî.

Serokê komîteya paqijiyê a Şaredariya Gel a Tirbespiyê, Xelîl Bêsî jî li ser mijarê axivî û got,

“komîteyên paqijiyê ji saetên sibehê ve diçin kolanên sereke û kolanên taxan, piştre rojane dest bi paqijkirina dezgehên giştî li navçeyê dikin.”

Xelîl Bêsî, bang li gel kir ku hevkariyê bi şaredariyê re bikin ku qirêjiyê navêjin hewîrdora xwe ji bona ku hawîrdorek paqij û bi tendurist biafirînin.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê a navçeya Tirbespiyê, Ebas Mihemed derbarê mijarê de bang li gel kir ku bi şaredariyên gel re hevkar bin.

Back to top button