Piştî êrîşa li ser Til Rifetê artêşa dagirker vê carî gundê Baxoz ê Babê topbaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Olşelî bi çekên giran, navîn û tankan gundê Baxozê topbaran kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heta niha zêdetirî 5 top li gund ketine.
Topbaran heta berbangê berdewam kir.