Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê

Hovîtiya li Efrîna dagirkirî dewam dike. Jimara qurbaniyê erdhejê li Cindirêsê gihişt hezar û 378 kes. Li gorî Efrîn POST ragihandiye, tenê 309 kes ji xelkên resen ên Cindirêsê ne û yên din jî, ji malbatên çeteyan in. Hovîtiya çeteyan giha wê astê ku dema cenaze ji bin kavilan tê derxistin, zêrên li wan ji xwe re didizin.

Dizî, talankirin, revandin, birîna daran û hemû kiryarên hov li Efrîna dagirkirî li ser destê çeteyên dewleta Tirk dewam dikin.

Roj bi roj bîlançoya qurbaniyên erdhejê ku herî zêde bandor li navçeya Cindirêsê kir, zêdetir dibe.

Li gorî Efrîn POST jimara kesên ku jiyana xwe di encama erdhejê de li Cindirêsê ji dest dane, gihiştiye hezar û 378 kesan.

Efrîn POST diyar kir ku piraniya wan ji malbatên çeteyan in ên ku li Efrînê hatine bi cih kirin.

Ji xelkên resen ên Cindirêsê jî, 309 kesan heya vê kêliyê jiyana xwe ji dest dane.

Efrîn POST ragihand ku piştî erdhejê Meclisa Xwecihî bi armanca guhertina demografiya herêma Efrîn heya niha 39 mêtingehên nû avakirine.

Li aliyekî din cudahiya ku dixin navbera pêkhatiyên li Efrînê de, didome.

Çete di dema belavkirina alîkariyan de, welatiyên Kurd ji alîkariyan bê par dihêlin û tenê li malbatên çeteyan belav dikin.

Her wiha welatiyên resen ên li Cindirsê daxwaza Meclisa Xwecihî ya ku dibêje ji malên xwe derkevin û li mêtingehan rûninin red kirin.

Welatî li gorî derfetan, ji xwe re konan li cihekî nêzî malên xwe vedidin û tê de dimînin.

Tevî vê malwêraniya ku bi ser xelkê Efrînê de hatiye, çete birîna daran û talankirina malan jî didomîne.

Hate ragihandin ku komên çete avahî û malên hatine xwarê li xwe dabeş dikin û çi dikeve ber destê wan de didizin.

Di dema derxistna cenazeyan de jî, çete zêrên jinan ji wan dikin û didizin.

Li aliyekî din, çeteyan 35 darên zeytûnan birîne.

Ev dar jî milkên welatiyê bi navê Seîd Hesen ê ji gundê Gurzêla ye.

Ev hovîtî li ber çavên Cîhanê tevî tê kirin, lê mixabin tu kes deng ji xwe nayne.

Back to top button