Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê didomîne.
Artêşa Tirk a dagirker îro car din gundên Şehba topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker derdora baregeha hêzên Rûsyayê ya li gund Wehşiyê a Şehbayê topbaran kir.
Her weha di seatên piştî nîvro de jî, Dagirkeran bendava şehba û gundên Simoqa û Til Medîf yên kantona Şehba ratî topbaranê hatin.
Heman demê balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.
Li ser herêma di navbera gundewarê Girê Spî yê dagirkirî û navçeya Çelebiyê ya kobanê jî tevgera balafiran hebû.