Her Dolarek bû 7100 lîreya Sûrî

Li herêmên Hikûmeta Şam ê leyreya sûrî xirxê xwe li beramberî dolar winda dike û kirîza sotemeniyê dewam dike. Li Heleb û Idilb şerên hêzên hikûmetê û çeteyan, di encamê de 2 leşkerên hikûmetê 3 çete hatin kuştin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, li herêmên hikûmeta Şamê her dolarek 7 hezar û 100 leyreyên sûrî derbas kir.

Lîreya Sûriyê di nava 20 rojan de zêdetirî hezar û 100 lîreye li hember dolar nirxê xwe winda kir.

Vê yekê jî bandor li tevahî gelê Sûriyê kir û nirxên madeyên sereke ên jiyanê pir bilind bûn.

Ji ber bêqîmetbûna lîreya Sûrî nirxê madeyên xwerinê pir bilin bû

Şêniyên li herêmên di bin desthilata Hikumetê de bêzar bûne..

Bi vê buhabana zêde re, madeyên sotemeniyê jî peyda nabin û ew nirxê wê jî pir bilind bûye.

Piranî xelkê Şamê di vê sermaya zivistanê de bê mazote.

Li Heleb û Ildibê şer- 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin

Li aliyê din, Çavdêriyê eşkere kir ku li gundewarê rojavayê Idlibê leşkerekî hikûmeta Şamê ji aliyê çeteyên bi navê Fetin El Mubîn ve hatiye kuştin.

Her wiha li gundewarê rojavayê Helebê jî çete û hêzên hikûmetê bi hev ketin, di encamê de leşkerekî hikûmetê hate kuştin.

Li derdora bajarê Mariê jî erebeyek çeteyan bi moşekekê hat derbkirin û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Back to top button