Artêşa Tirk herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û agir bi zeviyên çandiniyê ketin. Tevgera Azadî jî got, bêdengiya desthilatdariya herêmê ji êrîşên dagirkeriyê re tê wateya hevkariyê.
Îro Balafirên dagirkeriya Tirk gundê Xelîfan ê herêma Biradost bombebaran kir û agir bi herêmê ket.
Ji ber ku leşkerên dewleta Tirk herêmê gulebaran dikin, şênî nekarîn agirî vemirînin.
https://rojnews.news/ku/kurdistan/ji-ber-bombebarane-li-herema-biradost-sewat-derket-41730
Duh jî, balafirên dagirkeriyê nêzî çiyayê Kurêjehro yê Şêladiza Dihokê bombebaran kir.
Di encamê de sivîlê bi navê Celal Nuredîn û kurê wî Ehmed Celal şehîd bûn.
Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir û got, bêdengiya desthilatdariya herêmê tê wateya hevkariyê.
“Divê hikûmeta Başûr û ya Iraqê, li dijî êrîşan bêdeng nemînin”
Parlamnetera Iraqê Elmas Fazil jî bang li hikûmeta Başûr û Iraqê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Li gorî daneyên Wezareta Pêşmergeyan tenê di navbera salên 2017 û 2019’an de, 165 sivîl ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine kuştin.