HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de 3 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker ku têk çûye, 20 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakîyên gerîlayan û êrişên dagirkeriya tirk daxuyaniyek weşand.
Li gorî vê
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
28’ê Kanûnê li qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, gerîlayan 3 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.
Di encamê de 3 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin.
HPG: Arteşa Tirk 20 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
Li aliyê din Sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedaniya gerîlayan têk diçin dewam dikin
HPG’ê li ser êriş û sûcên Arteşa Tirk jî agahî dan û got:
Dagirkeran di navbera 27-28’ê Kanûnê de 20 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer
Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kirin.