Çalakiya parlementerên HDP’ê li pêş wezareta Edaletê 8 roj in didome

Parlamenterên partiya HDP’ê ku ev hefteyeke li dijî tecrîdê di nobotê de ne bang li Wezîrê Dadê kirin û gotin:
“Rê li ber hevdîtina me ya bi birêz Ocalan re vekin û fikarên gelê kurd ji holê rakin.”

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya xwe ya li dijî tecrîdê ya li pêş Wezareta Edaletê ya Tirkiyê li Enqereyê didomînin.

Parlamenteran îro jî xwestin ji Meclisê ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşin, lê li ber deriyê Dîkmen ê Meclisê ji aliyê polisan ve hatin astengkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî.

Gulistan Kiliç diyar kir ku nobeda wan a edaletê di roja 7’emîn de carek din hat astengkirin û got:

Desthilatdar bi zanebûn hemû rêyên Îmraliyê girtiye û em vê rewşê qebûl nakin.

Tecrîd di hemû peyman û protokolên navnetewî de sûcê li dijî mirovahiyê ye û rêbazekî îşkenceyê ye.”

Parlementer Gulistan Kiliç Koçyîgît bang li Wezareta Edaletê û rayedaran kir ku divê demildest rê li ber hevdîtinê vekin da fikarên gelê kurd û raya giştî ji holê rabin.

Ebrû Gunay: Wezareta Dadê hevkarê sucê li Îmraliyê ye

Li aliyê din, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û balkişande ser tecrîda li Îmraliyê.

Ebrû Gunay bertek nîşanî Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag da ku serlêdanên ji bo hevdîtina Rêber Apo bêbersiv dihêle û got:

“Koma me ya li parlamentoyê ji bo ku dewlet li gorî hiquqê tevbigere û parêzer bikarin hevdîtinê bikin, li pêşiya Wezareta Edaletê di nobetê de ye.

Hefteyek derbas bû, lê heta niha Wezaretê ti daxuyanî nedan e. Ev jî şirîkatiya sucê tecrîdê ye.”

Back to top button