Li Ewropa kampanya derxistina PKK ji ‘Lîsteya Terorê’ dest pê kir

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ‘ji lîsteya terorê’ li Ewropayê jî mezin dibe. Li bajrên Hambûrgê, Bordux û Kopenhagê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Îro li bajarê Hambûrgê yê Almanyayê bi pêşengiya Meclisa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê standa îmzeyan hate danîn.

Nûnera Meclisa Jinan a Rojbîn, Roda Botan axivî û diyar kir ku PKK nûnerê rewa yê gelê Kurd e.

Roda Botan da zanîn ku PKK ne tenê tevgera Kurdan e, PKK hêviya tevahiya gelên bindest e.

Roda got: “Divê ev qedexeya ku tu wateya wê nîne demildest rabe.”

Li bajarê Kopenhagê kampanya îmzeyan dest pê kir

Her wiha li paytexta Danîmark, Kopenhagê bi çalakiya kon dest bi kampanyayê hate kirin û gelek îmze hatin komkirin.

Di çalakiyê de nûnerên Meclisa Jinan a Sêvê diyar kirin ku PKK îradeya azad a gelê Kurd e.

Hate diyarkirin ku pêkhateyên meclisa jinan wê her hefte standê vekin û banga geşkirina kampanyayê kirin..

Li Bordeqûxê ji bo PKK ji lîstê bê derxistin îmze hatin komkirin

Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin, kon hate vedan, belavok hatin belavkirin û îmze hatin komkirin.

Back to top button