Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî li ser êrîşên çeteyên dewleta Tirk yên li ser gorên şehîdan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî qanûnên navneteweyî tevdigere. Nûrî Mehmûd wêneyên goristanê yên sala 2018 û 2021 anîn beramberî hev û derewên dewleta Tirk derxist holê. Nûrî Mehmûd bang li civaka navnetewî kir ku rastiya kiryarên dewleta Tirk bibînin.