Li gelek cihan li dijî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker nerazîbûn hatin nîşandan

Îro li gelek cihan li dijî vê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nerazîbûn hatin nîşandan.
Rêxistina Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn, Cizîr, Heleb û Teqa bi daxuyaniyên cuda kirinên dewleta Tirk yên li dijî gorên şehîdên Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku cenazeyên li Efrînê hatine derxistina ên sivîl û şervanên ku di êrîşên dewleta Tirk de hatine şehîdxistin in.

Gelek nerazîbûn li hemberî kirinên dewleta Tirk yên vekirina gorên şehîdan li Efrînê hatin nîşandan.

Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî kirinên hovane yên dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne şermezar kir û got:

Şêniyên Efrînê baş dizanin ku di roja koçberbûna ji Efrînê de piraniya qurbaniyan bi lez hatin veşartin.

Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl dikin, bila destwerdanê bikin da ku binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin.

“Gora ku dewleta Tirk îdia dike ku dîtiye ya qurbaniyên komkujiyên wê ne”

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk ên têkilarî wan goristana derewandin.

Her wiha meclisê binpêkirinên dewleta dagirker li dijî goristanên şehîdan şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê: Vekirina gorên şehîdan heman kirinên DAIŞ’ê ne

Meclisên Malbatên Şehîdan ên navçeyên Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Temir û bajarê Qamişlo daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniyan de kirinên faşîzma Tirk li bajarê Efrînê yê dagirkirî ku gihaşt asta vekirina gorên şehîdan, şermezar kirin.

Her wiha hate diyar kirin ku ev kiriyarên dewleta Tirk kiriyarên ku DAIŞ`ê di navbera salên 2014-2015’an de pêk anîne, tîne bîra wan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê jî hovîtiya dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û got:

Terora dewleta Tirk bê sînore, divê her kes li hemberî vê terora birêxistinkirî ya li dijî mirî û zindiyan bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî rabe.

Banga dawîkirina dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî hat kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî vekirina gorên şehîdan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

Meclisê bang li Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bi dawî bikin.

Back to top button