HPG’ê: Şerê giran li herêma Avaşînê dewam dike

Ji 22’ê Cotmehê ve li herêma Avaşînê, di navbera gerîlla û hêzên artêşa Tirk de şerê giran dewam dike.
HPG’ê ragihand li Qilaban a Şirnexê û herêma Avaşînê 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.
Li herêmêma Avaşînê artêşa Tirk ku nikare pêşde biçe li hemberî gerîla çekên kîmyewî bikar tîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa şer û êrişên li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniya xwe a rojane da.

Li gorî vê;

22’ê Cotmehê, dema erebeyeke leşkerî ji qereqola Elemûnê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê diçû Girê Tangê, bû armanca çalakiya gerîllayên YJA-STAR’ê.

Di encamê de eskerek hat kuştin, yek birîndar bûn û alavên di erebê de hatin tinekirin.

24’ê Cotmehê li herêma Zapê dema ku helîkopterên şer hewl dan qada Tîpa T bombebaran bikin, bûn hedefa gerîlla.

Di encama bersivdayînê de, helîkopterên artêşa Tirk neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Heman rojê li herêma Avaşînê, li dijî eskerên li Girê Şehîd Elî bicih bûne çalakiya sekvanikyê pêk hat.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî qadên berxwedanê Werxelê û Girê Qertel jî ev agahî dan:

HPG’ê: Artêşa Tirk bi çekên kîmyewî êrişî Girê Qertel dike

23’ê Cotmehê artêşa Tirk bi çekên kîmyewî û gazên jehrê êrişî Girê Qertel kir.

Piştî bombebaranê, hêzên dagirler hewl dan pêş de biçin.

Di encama bersivdayîna dijwar a gerîlla de yekîneyên artêşa Tirk nekarîn bighêjin armanca xwe.

Roja 24’ê Cotmehê jî artêşa Tirk 4 caran bi çekên kîmyewî Girê Qertel bombebaran kir.

Heman rojê gerîlla rêzeçalakî li dijî leşkerên Tirk pêk anîn û derb li 2 dronên wan dan.

25’ê Cotmehê artêşa Tirk careke din bi çekên kîmyewî û gazên jehrê êrişî Girê Qertel kir.

Li herêmê di navbera gerîlla û hêzên dagirker de şerê giran dewam dike.

24’ê Cotmehê artêşa Tirk bi çekên giran êrişî Qada Werxelê kir.

Heman rojê qada Çemço a girêdayî Zapê ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin.

Back to top button