Li Çinê ti qurban tune, li Amerîka jî 1150 kes di rojekê de mirin

Ji destpêka Kanûna 2019an û heya niha, îro yekem car, Çîn ti qurbanên vîrûsa Coronayê neda. Li gorî Komîteya Niştimanî ya welêt jî, tenê 32 rewşên nû, hatine tomarkirin.

Ji destpêka vê mehê de, jimarên qurban û nexweşan pir li Çînê kêm bûne, lê belê ev yek tersî rewşa li Amerîkayê ye, ku di nava 24 saetên dawî de, hezar û 150 kesên din jiyana xwe ji dest daye.

Heya niha, 10 hezar û 783 kes jî nexweş in, ku ji duh heya îro, 30 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Weke tê zanîn, bîlançoya herî bilind îroroj li Amerîkayê tê tomarkirin, paşê Spanya û di pişt re Îtalya tê.

Back to top button