Li Efrînê..Ji destpêka Nîsanê ve çeteyan zêdetirî 21 kes revandin

Hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî, didome.
Ji destpêka meha Nîsanê ve, zêdetirî 21 welatî hatin revandin û zêdetirî 200 darên zeytûnan jî hatin birîn.

Li Efrîna dagikirî, revandina sivîlan û birîna bi hezarên daran, karên sereke yên çeteyên dewleta Tirk in.

2`ê Nîsanê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li taxa Eşrefiyê ya Efrînê girtin ser mala Arif Nebî Dawûd (32) û mala Ehmed Leyla û her du welatî revandin.

3`ê Nîsanê çeteyan welatiyê bi navê Hesen Nesan Berazî (23) revand û heta niha çarenûsa wî jî ne diyar e.

5`ê Nîsanê, Çeteyan welatiyê bi navê Yûsif Mehmûd Osman yê ji gundê Kurzêlê yê Şêrawa, revand.

Her wiha çeteyan welatiyê bi navê Şukrî Xelîl Îbrahîm ê ji gundê Xalta yê Cindirêsê,

li gundê Kurzêlê yê Şêrawa welatiyê bi navê Elî Murad,

ji gundê Mamila yê Raco Hesen Mihemed Emarî (45) û Sebrî Yûsif Cewaliq (70),

Luqman Îbrahîm Hesen ji gundê Xawendo Meydano yê Raco û du birayên bi navê Hesen Qere (55) û Hisên Qere (62) ji gundê Mosaka yê navçeya Raco, revandin.

Di 8`ê Nîsanê de jî çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Nûrî (37) ji gundê Kefer Sefirê yê Cindirêsê,

11`ê Nîsanê ciwanê bi navê Mihemed Şukrî Şêx Seydî (28) ji gundê Şêxotka yê Mabeta,

18`ê Nîsanê welatiyê bi navê Cîhad Sebrî Dawûd ê ji gundê Dargirê, revandin.

Di nava 15 rojan de çeteyan zêdetirî 21 kes revandin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Çeteyan ji bo bazirganiyê 522 darên zeytûnan birîn

Xwezaya Efrînê jî ji hovîtiya çeteyên dewleta Tirk xilas nebû.

Çeteyan ji destpêka mehê ve zêdetirî 522 darên zeytûnan jî li gund û navçeyên Efrînê birin.

Li Efrînê di bin navê zewacê de, destdirêjî li jinan tê kirin

Hovîtiya çeteyên dewleta tirk ya herî zêde jî li dijî jinan pêk tê.

Hat ragihandin serçeteyekî bi navê Mistefa El-Zihûrî (bi navê Ebû Husam tê naskirin) di bin gefxwarinê de, jina bi navê Şêrîn Fewzî Elîko, neçar kir ku pê re bizewice.

Back to top button