Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê Bîlançoya êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên 15 rojên destpêkê yên meha nîsanê ên li ser Eyn Îsa û Girê Spî pêk anîne, eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê;
Li rojavayê Eyn Îsayê, dagirkeran bi çekên giran gundên Mieleq, Seyda, Cidîde, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.
Gundê Mişêrfe yê bakurê Eyn Îsayê 13 caran hate topbarankirin.
Li rojhilatê Eyn Îsayê, gundên Um Beramîl, Hiwêce, Fatsa, Gazlî û Sakîro 5 caran bi çekên giran hatin topbaran kirin.
Dagirkeran 16`ê Nîsanê gundê Gazlî topbaran kir û welatiyê bi navê Hesen Hemed El-Selame birîndar bû û ziyan gihişte mal û milkên wî.
QSD’ê diyar ku dewleta Tirk mijûlbûna Rûsya bi şerê Ukrayna û bêdengiya hêzên garantor bi kar tîne û êrişên xwe yên li ser herêmê zêde dike.