Artêşa Misirê li ser sînorê Lîbyayê belav dibe

Piştî axaftina sekreterê giştî yê NY ku gotibû metirsiyeke mezin li ser bajarê Sirtê heye, artêşa Misirê li ser sînorê Lîbyayê belav bû.
Her wiha duh li Cinêvê, nûnera NY ya Lîbyayê bi serokê parlemena Lîbî re civiya û banga rewestandina destwerdanên derve yên neyînî kir.
Li aliyekî din jî cîgirê Serac Ehmed Mi’êtîq, banga rawestandina şer kir û girîngî da biryara rakirina hêzê ji ser hinardekirina petrola Lîbyayê.

Artêşa Misirê bi şaxên xwe yên sereke yên bejî, deryayî û esmanî û bi beşdarbûna wezîrê parastinê, li ser sînorê Lîbyayê belav dibe.

Ev belavbûn, piştî axaftina sekreterê giştî yê NY Antonio Gutteres ku gotibû: metirsiyeke mezin li ser bajarê Sirtê heye, pêk hat.

Di dema dawiyê de, serokkomarê Misirê Ebdul Fetah Sîsî dîyar kiribû ku bajarê Sirtê ji bo ewlehiya Misirê, xeta sor e.

Nûnera NY banga rawestandina destwerdanên derve kir

Nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY li Lîbyayê Stivani Wiliams li Cinêvê bi serokê parlemena Lîbyayê Eqîle Salih re civiya.

Şandeya NY ya ji bo destekdayînê li Lîbyayê li ser Twetterê ragihand ku di civînê de her du aliyan gelek mijar nîqaş kirin, di nav de jinûve destpêkirina diyalogên siyasî û girîngiya gihiştina çareseriyeke siyasî ji bo aloziya li Lîbyayê.

Serokê parlemena Lîbyayê Eqîle Salih teqez kir ku ew piştgiriyê didin rawestandina şer a yekser û mayînde, nexasim li Sirtê.

Her wiha her du aliyan bang li aliyên navneteweyî kirin ku destwerdanên xwe yên neyînî li Lîbyayê rawestînin û piştgiriyê bidin pêvajoya siyasî, da ku li Sirtê û herêma Kevana petrolê, kirîzeke mirovî û aborî rû nede.

Cîgirê Serac: Dem hatiye ku dengê çekan raweste

Li aliyê din, Cîgirê serokê Meclîsa Serokatiyê ya hikumeta Wîfaqê Ehmed Mi’êtîq ragihand, dem hatiye ku dengê çekan li Lîbyayê raweste û ew ji bo jiyaneke aram kar bikin.

Mi’êtîq, li ser hesabê xwe yê Facebookê, girîngî da biryara dezgeha netewî ya petrolê ya rakirina hêzê ji ser hinardekirina petrolê.

Ehmed Mi’êtîq diyar kir ku ji bo yekîtiya Lîbyayê divê lihevkirinek di navbera hemû lîbiyan de çê bibe, da m ew karibin hevkariyeke neteweyî ava bikin.

Roja înê,(duh) dezgeha netewî ya petrolê, rakirina hêzê ji ser hilberîn û hinardekirina petrolê, ragihandibû.

Back to top button