PYD: Dewleta Tirk hewl dide NATO’yê di şerê li dijî Kurdan bi kar bîne

PYD′yê zextên dewleta Tirk ên li ser Swêdê li beramberî tevlêbûna wê ji NATO′yê re şermezar kirin.

PYD’ê bi daxuyaniyekê her tevgereke zirarê bide Swêd û gelê wê şermezar kir û got:

“Navê partiya me di çarçoveya lihevkirinên Tirkiye û Swêdê de, kete rojevê.

Rejîma Tirkiyeyê hewl dide tevahî hêzan, bi taybet NATO′yê, ber bi xwe ve bikişîne ..

Dixwaze di şerê li dijî Kurdan de bi kar bîne.

Em diyar dikin; em rêz û hurmetê didin gelê Swêd ..”

PYD’ê da zanîn ku Partiya me tu karekî zirarê bide berjewendiyên Swêd û gelê wê nekiriye..

Lê em van zext û şantajên li dijî wê ku bandorê li helwestên wê yên mirovî dike, şermezar dikin

Bazara qirkirina gelê Kurd

Back to top button