“Dewleta Tirk tecrîdek tund li dijî Rêber Apo dide meşandin”

Li dijî gefa kuştina Rêber Apo gelê herêmê bi hêrsin.
Gel êdî nema vê yekê tehmûl dike û banga azadiya Rêber Apo dikin.
Ciwanên Tebqayê, bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî şermezarkirin.
Gaziyên şer jî li Helebê daxwiyaniyek da û kirinên dewleta Tirk bi tundî rexne kir.

Dewleta Tirk a faşîst gefa kuştinê li Rêber Apo dixwe.

Vê yekê der barê rewşa tenduristî ya Rêbertî de gelek pisr derxistin holê.

Piştî vê daxuyaniyê gel daket qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

Gaziyên şer ên Helebê li dijî nameyên gefxwarinê daxwiyaniyek da.

Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk tecrîdek tund li dijî Rêber APo dide meşandin û got:

“Dewleta Tirk gefa kuştinê li Rêber APo dixwe.

Hêzên demokrasî ji bo tenduristiya Rêber APo gelekî hestiyare.

Gelê Kurd dixwaze agahiyek ji Rêber Apo bigre.”

“Emê erka xwe ya li hember rêbertî bicih bînin”

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê jî li Tebqayê daxwiyaniyek da.

Di daxuyaniyê hat gotin:

“Nameyên gefxwarinê li dijî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye.

Bêdengiya rêxistinên hiqûqî û civakên navneteweyî cihê şermê ye.

Ev bêdengî, tê wateya ku rêxistin şirîkên dewleta Tirk a dagirker in.”

Dawiyê, hat eşkerekirin ku ciwan bêdeng namînin û dê xeta şoreşê berdewam bikin.

“Bêdengiya cîhanê tê wateya hevkariya bi tirkiyê re”

Her weha li dijî tecrîdê û gefxwarinên ser jiyana rêber Apo rêveberiya kampa Roj a li Dêrikê daxuyaniyek da

Li vir jî bêdengiya hêzên navneteweyî li hember kirinên Tirkiyê hat şermezar kirin.

Li Cenevreyê li dijî tecrîde meş hat lidarxistin

Back to top button