Nameya zêdeyî 60 jinan a ji CPT’î re: Divê tecrîd bidawî bibe, ji bo aştiyê jî bilivin

Zêdeyî 60 jinên akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hunermend jî di nav de nameyek ji CPT re şandin û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkhatina aştî û demokrasiyê bikeve nava liv û tevgerê. 

Bi banga Tevgra Jinên Kurd a li Ewropayê TJK-E ku zêdeyî 60 jinan nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT’î re hate şandin û îşaret bi kirinên nemirovî yên li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Jinan di nameyê de ji CPT û siyasetmedarên xwedî biryar xwestin ku divê şertê danûstandinên bi Tirkiyê re rakirina tecrîdê û bidawîkirina dijminatiya li gelê Kurd be.

Nameya zêdeyî 60 jinan a ji CPT’î re: Bi qedandina danûstandinan re polîtîkaya şer û tecrîdê kete dewrê

Di nameyê de hate bibîrxistin, ku rola Rêber Abdullah Ocalan a di çareseriyê de, ji aliyê hikumeta Tirk ve di dema danûstandinên navbera salên 2013-2015’an de gelek caran hatiye destnîşankirin û hate diyarkirin, ku piştî danûstandin ji aliyê dewleta Tirk ve bi rengekî yekalî hat qedandin, şerê 40 salan kete dewrê.

Akademîsyenan diyar kirin ku bi qedandina danûstandinan re dewleta bi serkêşiya hikumeta AKP’ê, Rêber Abdullah Ocalan xiste nava tecrîdê, bi vê yekê re hem mafên mirovan ê navneteweyî, hem jî hiqûqa Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê binpê kiriye.

Di nameyê de hate gotin:

“Girtîgeha Îmraliyê qada êşkenceyê ye ku mafên mirovan û hiqûq lê hatiye betalkirin” û hate bibîrxistin ku CPT di serdana xwe ya 5’ê Tebaxa 2020’î de şert û mercên li Îmraliyê nayê qebûlkirin û li gorî pîvanên mafên mirovan nîne.

Di nameyê de Îşaret bi bandora fikrên Abdullah Ocalan li cîhanê hate kirin.

Nameya zêdeyî 60 jinan a ji CPT’î re: Em helwesta saziyan mehkûm dikin

Li gel vê helwesta saziyên herêmî û navneteweyî ya li pêşberî êşkenceya rêk û pêk a li ser Rêber Abdullah Ocalan hate mehkûmkirin û hate gotin:

“Dewleta Tirk bi birîna dengê rêber Apo şensê hêviya ji bo edalet û aştiyê ya paşerojê asteng dike.”

Lewra bang li saziyên alîgirên edalet, aştî û mafên mirovan hate kirin ku li gorî wezîfeya xwe tevbigerin.

Back to top button